#499. Ji Efrînê Heta Diyarbekir Mecîdê Hemgulî
Nivîskar Sevîm Hatun bi dengê Mecîdê Hemgulî di kitabekê da destanên hêla Efrînê kom kirine. Kitaba destanên nola Dewrêşê Evdî, Edla Emer Begê, Eyşa Îbê, Tahîr Begê Lawîn û Lewend Paşayê Narîn têda, Eylûla 2026an bi etîket û kalîteya Wardozê derketiye ku ew weşanxane pirtir bi karên xwe yên ser folklorê tê naskirin. Di pêşgotina kitabê da Sevîm Hatun dibêje fikra vê kitaba destanên ser hêla Efrînê ji destana navê wê ‘’Ûs û Ezîz’’ çêbûye ku mamostayê wê Omer Delîkaya xwestiye ew ser bixebite. Li gor gotina Sevîm Hatun, Omer Delîkaya berê wê xisusî daye edebîyata devkî ya hêla Efrînê ku heta niha kêm xebat, pir kêm xebat ser çêbûne.Bi destana Ûs û Ezîz dengê Mecîdê Hemgulî cara pêşî li guhên Sevîm Hatunê ketiye. Sevîm Hatun dibêje ‘’Di qeyda kilamê da ku min lê guhdarî kir Mecîdê Hemgulî dipeyîvî, xwe teqdîm dikir û kilama xwe dida nasîn, bi deng û şêwaza xwe ya nazik û henûn xeber dida û kilam digot. Dema min guh dida kilamên Mecîdê Hemgulî, ji min ra dibû meraq û min dixwest bizanibim ku ew kî ye û dengê wî çawa ewqas xweşik hatiye qeydkirin’’ Dewam dike Sevîm Hatun, dibêje ‘’Min berê jî gelek destan û kilam ji qeydên bandan guhdarî kiribûn, di wan da hem deng zelal nebûn, hem destan û kilam kamil nebûn û bi ser da jî deng cih bi cih qut dibû. Lê dengê Mecîdê Hemgulî ne qut dibû ne jî difetisî, bi dengekî zelal bi şêwazeka estetîk, di gel tembûrê distra û her distra’’ Efrîn, ew bajarê li hêla Çîyayê Kurmênc dereka berteng e, ji bajarên din ên Kurdan hinekî qut bûye û vê yekê jî kiriye ku kilam û destanên wê xas bin, xas bimînin. Mecîdê Hemgulî li Efrînê bi nav û deng e, lê derên din deverên din wî pir nas nakin. Sevim Hatun di xebata ser Mecîdê Hemgulî da ji YouTubê ji kanala navê wê Jindires îstîfade kiriye; ew kanala bi kar û kedên Arif Hesen û Ebdulwehab Ebdulhenan û çend kesên din deng û dîmenên sazbend, tembûrvan, dengbêj û şairên Çîyayê Kurmênc diweşîne. Mecîdê Hemgulî sala 1922yan li gundê Gazê yê Tilifa Efrînê ji dayik bûye û sala 2007an, 85 salî li Helebê wefat kiriye. Tembûrvanê wî Wehîd Xelîl ser Mecîdê Hemgulî dibêje ‘’Mecîd bi herbî bû, bi hûd bû, û muhîd bû, wek behr bû talîya gêndî tune bû. Merivekî qebadayî bû, tiştê kêm lîyaqê xwe nedidî. Peya bû. Kilamcî bû. Kî çax mir Mecîdê Hemgulî rakirin ser destan..’’ Berê ji xalanên xwe kilam rakirine Mecîdê Hemgulî, dûra guhên xwe daye ser Evdê Şe’rê ku ew rêber û pîrê dengbêj û sazbendên hêla Efrînê tê hesibandin. Ti qeyda dengê Evdê Şe’rê tune, lê tê gotin ku Mecîdê Hemgulî gava kilam û destanên wî gotine, şorek ne jê kêm kiriye, ne lê zêde kiriye.Mecîdê Hemgulî destan û kilam bi devoka xwe ya Efrînê gotine, tesîra zimanê Tirkî û Erebî li vê dîyalektê ketiye. Bes Sevîm Hatun dibêje Mecîdê Hemgulî kilam û destan li gor qalib û qaîdeyên wan gotine û zimanê wî sade û siwar e, ew ji peyvên kevn û kêmnas dûr sekinîye. Ji Diyarbekir e Sewîm Hatun, dibêje, famkirina devok û dîyalekta Efrînê di sêrî da çetin hat bi min, lê dibêje bi destekên nas û dostên ji hêla Çîyayê Kurmênc ez hêdî hêdî bûm guhnasê gotinên wan dema ser kilamên Mecîdê Hemgulî xebitîm. Di kitaba ser Mecîdê Hemgulî da 15 destan û 7 kilam hene. Bi vê kitabê cara pêşî hemû repertiwara dengbêjekî Efrînê hatiye nivîsîn. Gotina Sevîm Hatunê ye di pêşgotinê da: Hêvî dikim ev kitêb ji bo parastin û pêşxistina mîrata qedîm a Çîyayê Kurmênc bibe gaveka mifadar. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcast